Rojnameya Almanî: Berî înfazkirinê destdirêjî li jinên Durzî hat kirin

Rojnameya Almanî: Berî înfazkirinê destdirêjî li jinên Durzî hat kirin

PeyamaKurd- Rojnameya Almanî DW bi zarê çavkaniyeke ji Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku beriya bêne înfazkirin, destdirêjî ji aliyê çekdaran ve li jinên Durzî yên Siwêdayê hatiye kirin.

Çavkaniya Netewên Yekbûyî (NY) gotiye, zêdetirî 105 jin û keçên Durzî ji aliyê çekdarên hikûmeta demkî ya Sûriyê ve hatine revandin û ew keç û jin ji aliyê çekdarên hikûmeta demkî ya Sûriyê ve hatine revandin û heta niha jî çarenivîsa 80 kesan ji wan nediyar e.

Li gorî pisporên NY, hin ji wan jinan berî înfazkirinê rastî destdirêjiya seksî hatine, hinekê din jî hatine berdan, lê ji bo selametiya canê xwe ew nikarin wegerin malên xwe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di meha Tîrmehê de şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê û çekdarên Durzî de, li parêzgeha Siwêdayê rû dan û nêzîkî hezar 600 kes hatin kuştin.

Her çiqas rayedarên Şamê dibêjin ku rewşa li Siwêdayê aram e jî, carinan li parêzgehê pevçûn çêdibin.

Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.