Îran: Bi dehan kesên qutkirina avê protesto kiribûn, hatin binçavkirin

Îran: Bi dehan kesên qutkirina avê protesto kiribûn, hatin binçavkirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li Îranê bi dehan kesên li dijî qutbûna avê û elektrîkî du roj berê xwepêşandan li dar xistibûn, ji aliyê hêzên Îranê ve hatin binçavkirin.

Li gorî zanyariyan, li bajarê Şîrazê du roj berê xwepêşandaneke protestokirina qutbûna avê û nebûna elektrîkê û xizmetguzariyan hate lidarxistin.

Piştî xwepêşandanê bi du rojan hêzên rejîmê komî bi dehan kes bi hinceta beşdariya xwepêşandanê binçav kirin. Hate diyarkirin ku bi hinceta dirûşmên dijî rejîmê ew kes hatine binçavkirin.

Hêjayî gotinê ye, xelkê Şîrazê û gelek herêmên din ên Îranê ji nebûna avê û elektrîkê bêzar bûne û hem aborî têk çûye hem jî kar hatine asta rawestandinê.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.