Êrîş li ser Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê li Dêra Zorê: 5 birîndar

Êrîş li ser Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê li Dêra Zorê: 5 birîndar

PeyamaKurd – Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) ragihandin ku baregeheke leşkerî li gundewarê rojavayê Dêra Zorê ji aliyê hêzên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê ve hatiye êrîşkirin.

HSD destnîşan kir ku di êrîşê de pênc şervanên wan birîndar bûne û bang li hikûmeta Sûriyeyê kir ku tavilê van êrîşan rawestîne.

HSD derbarê êrîşê de daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Di hewldanek bêhêvî de ji bo afirandina kaosê û bêîstîqrarkirina herêmê û di demekê de ku êrîşên DAIŞê zêde dibin, komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê bi karanîna çekên makîneyî yên BKC û dronekê êrîşî baregeheke Encumena Leşkerî ya El-Kesra li bajarokê Cuneynah li gundewarê rojavayê Dêra Zorê kirin.

Şervanên me bi wêrekî êrîş paşve kişandin û ziyan gihandin êrîşkaran. Di pevçûnan de pênc şervanên me birîndar bûn.

Wekî Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê, em dubare dikin ku êrîşên bi vî rengî yên hovane wê me ji bicihanîna erkê xwe dûr nexin. Em hikûmeta Şamê rasterast ji kiryarên van koman berpirsiyar dibînin û bang li wan dikin ku tavilê endamên xwe kontrol bikin û dawî li van êrîşan bînin."

Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.