Erdogan wê biçe Xelatê, kabîne wê li Xelatê bicive

PeyamaKurd – Rêveberê Ragihandinê yê Serokkomariya Tirkiyeyê Burhanettin Duran ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan wê beşdarî çalakiyên ku ji hêla Weqfa Tîran ve li Xelatê, Bedlîsê ji bo bîranîna salvegera Şerê Malazgirtê têne lidarxistin bibe.
Li gorî daxuyaniyek ji hêla Burhanettin Duran ve li ser medyaya civakî hatî dayîn, Erdogan wê roja Duşemê 25ê Tebaxê beşdarî çalakiyên li Xelatê bibe û kabîne wê li Kompleksa Serokkomariya Xelatê bicive.
Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan wê roja Sêşemê 26ê Tebaxê biçe navçeya Malazgirtê ya Mûşê û li wir wê mîtîngek li dar bixe.
Duran herwiha gotinên Erdogan jî vegot û got, "Em ê li ser şopa bav û kalên xwe berdewam bikin û biratiya xwe ya hezar salî biparêzin. Em hemû qehreman, şehîd, leşkerên xwe yên kevn û sultanên dilê xwe yên ku Anadolu kirine welatê me bi rehm û spasdarî bi bîr tînin."





