Polonya: "Me hin dronên Rûsî xistin xwarê"

Polonya: "Me hin dronên Rûsî xistin xwarê"

PeyamaKurd - Polonyayê ragihand ku wan hin dronên ku di dema êrîşên li ser hedefên li Ukraynayê de bi berdewamî qada hewayî ya Rûsyayê binpê kirine xistine xwarê.

Fermandariya Operasyonê ya Hêzên Çekdar ên Polonyayê, di daxuyaniyekê de ku li ser platforma medyaya civakî ya şîrketa X ya li Amerîkayê hatiye weşandin, diyar kir ku di dema êrîşa Rûsyayê ya li ser axa Ukraynayê de binpêkirinên "bê mînak" ên qada hewayî ya Polonyayê çêbûne.

Daxuyaniyê tekez kir ku prosedurên parastinê tavilê hatine aktîfkirin û got, "Hêmanên Polonyayî û yên hevalbend bi rêya radarê bi dehan tiştan şopand û biryar hat dayîn ku yên ku dikarin gefê çêbikin bên bêbandorkirin. Hin dronên ku ketin qada me ya hewayî hatin xistin xwarê."

Fermandariyê ragihand ku operasyon bi dawî bûye û xebat ji bo destnîşankirina cihên daketina gengaz ji bo binpêkerên qada hewayî berdewam dike.

Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk jî li ser platforma medyaya civakî ya şîrketa X ya li Amerîkayê operasyon piştrast kir û diyar kir ku wî Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte li ser rewşa heyî û tedbîrên hatine girtin agahdar kiriye.

Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.