Mihemedê Hacî Mehmûd li Almanyayê tê dermankirin

Mihemedê Hacî Mehmûd li Almanyayê tê dermankirin

PeyamaKurd- Sekreterê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemedê Hacî Mehmûd ji ber nexweşiyê çû Almanyayê û li wir tê dermankirin.

Berdevkê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Ferhad Tewfîq ragihand, "Kek Mihemedê Hacî Mehmûd ji bo pişkinînê çûye Almanyayê, ji ber ku di Pêşmergetiyê de 7 caran birîndar bûye û çekê kîmyayî jî dîtiye carinan neçar dimîne ku ji bo pişkinînê biçe Almanyayê."

Hinek çavkaniyên din jî dibêjin, Mihemedê Hacî Mehmûd ji bo çareseriya nexweşiya dil çûye Almanyayê û hatiye emeliyatkirin lê qonaxa metirsiyê derbas kiriye.

Mihemedê Hacî Mehmûd sala 1953yan ji dayîk bûye, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê ye û wezîr û parlamenterê Îraq û Parlamentoya Kurdistanê bûye.

Sala 1981ê bûye endamê Komîteya Navendî ya Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê û piştre jî bûye endamê Mekteba Siyasî û paşê wekî Sekreterê Giştî hatiye hilbijartin.

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.