Sûriye | Li Laziqiyê 16 hezar hektar daristan bû xwelî

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku di encama şewatên deh roj zêdetirin berdewam dikin de, li parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyeyê heta niha zêdetirî 16 hezar hektar qada daristanî şewitî û bû xwelî.
Di şewatan de bi dehan kes birîndar bûn û agir sînor derbas kiriye ku gihîştiye heta daristanên Tirkiyeyê jî.
Parêzgarê Laziqiyê Mihemed Osman da zanîn ku ji ber bayê bihêz şewat bi lez belav bûye û got: "Leza bayê gelekî zêde bû, ji ber vê jî agir gelekî belav bû. Tîmên berevaniya sivîl agir li nêzîkî Kesebê kontrol kirin û nehiştin bigihêje malên welatiyan. Xelkê deverê, parêzgehên din û welatên cîran alîkariyê dikin."
Rêveberê Berevaniya Sivîl Munîr Mistefa jî eşkere kir, heta niha 16 hezar hektar daristan şewitîne lê ti ziyanên canî çênebûne. Mistefa diyar kir, "Zêdetirî 20 kes birîndar bûne, ku di nav wan de endamên berevaniya sivîl jî hene. Herwiha hejmarek amûrên me ji kar ketine û me gelek welatiyên sivîl ji gundan rizgar kirine."
Hêjayî gotinê ye şewat berdewam dike û tîmên agirkujiyê di hewldanên xwe de bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin.
Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.




