Sanders: "Hikûmeta Netanyahu ji kontrolê derketiye"

PeyamaKurd - Senatorê Amerîkî Bernie Sanders diyar kir ku hikûmeta Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ku li Qeterê êrîşek li ser tîmeke danûstandinê ya Hamasê pêk anî, "ji kontrolê derketiye".
Sanders di postek li ser platforma medyaya civakî X de rexne li hikûmeta Netanyahu kir.
Sanders got, "Hikûmeta tundrew a Netanyahu bi tevahî ji kontrolê derketiye. Ne tenê ew zarokên li Xezzeyê birçî dihêlin, ew niha bi avêtina bombeyan li ser Qeterê, ku hevkarê ewlehiyê yê Amerîkayê ye, qanûna navneteweyî binpê dikin."
Sanders herwiha banga xwe ya ji bo nehiştina alîkariya leşkerî ya din ji bo Îsraîlê dubare kir.





