Alî Çeven hate berdan: Tenê gotibû, ‘Ez Kurd im, ne Tirk im’

Alî Çeven hate berdan: Tenê gotibû, ‘Ez Kurd im, ne Tirk im’

 PeyamaKurd-  Ciwanê Kurd Alî Çevenê li Stenbolê dijî, ji ber ku di hevpeyvîneke kolanan de gotibû, ‘Ez Kurd im, ne Tirk im’ biryara girtina wî hatibû dayîn.

Dadgehê piştî 11 mehên girtîgehê biryara berdana Alî Çeven da.

Parêzerê Çeven, Suphî Ozgen ragihand ku wê îro êvarê Alî Çeven ji girtîgehê derkeve.

Hêjayî gotinê ye, bi hinceta “propagandaya rêxistina çekdar a terorê’ doz li Çeven hatibû vekirin û di danişîna dozê de dozger xwestibû bê beraetkirin.

Dadgehê daxwaza dozger red kiribû û 3 sal cezayê girtîgehê li Alî Çeven birîbû.

 

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.