Li navça Xelîliyê (Haliliye) ya Rihayê xortekî bi elektrîkê mir

PeyamaKurd – Li navça Haliliye (Xelîliye) ya bajarê Rihayê xortê bi navê Mehmet Arslan (24), di apartmanekî de di wexta tamîra asansora avahiyê de, elektrîkê pê girt.
Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê, dema gîm çûn ciyê bûyerê, xortê birîndarê elektrîkê birin nexweşxana lêkolînê û perwerdê ya Mehmet Akif İnan ya bajarê Rihayê. Lê Mehmet Arslan li nexweşxanê can da.
Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.




