Hikûmeta Iraqê hinardekirina petrola Kurdistanê nîqaş kir

PeyamaKurd- Encûmena Wezîrên Iraqê, îro 16ê îlonê li Bexdayê civîya. Hate ragihandin ku Wezareta Petrolê ya Iraqê razî bûye li şûna 16 dolaran petrolê bide şîrketan.
Çavkaniyeke Encûmena Wezîrên Iraqê ragihandiye, “Civîna Encûmena Wezîrên Iraqê bi dawî bû û mijara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê nîqaş kir.”
Hate diyarkirin, Encûmena Wezîran pêşwaziya pêngava herî dawiyê ya Wezareta Petrolê ya Iraqê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê kir, ku ji bo pejirandinê pêşkêşî Komîteya Şêwirmendiyê ya Wezareta Petrolê hatiye kirin.
Herwiha hate gotin ku Wezareta Petrolê ya Iraqê razî bûye ku li şûna 16 dolaran petrolê bide şîrketên veberhênana petrolê.
Hêjayî gotinê ye, şîrketên veberhênana petrolê ji Wezareta Petrolê ya Iraqê xwestibûn ku bi lihevkirineke nivîskî garantiyê bidin şîrketan.
Dîsa biryar bû ku Encûmena Dewletê jî îro şêwira xwe ya qanûnî li ser mijara dahatên negirêdayî petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî bide Encûmena Wezîrên Iraqê, lê civîna wan ji bo sibe hatiye paşxistin.
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.




