Serokwezîrê Almanya Merz, seredana Polonyayê kir

Serokwezîrê Almanya Merz, seredana Polonyayê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Friedrich Merz piştî dengên baweriyê sitend û bû serokwezîrê Almanya, ewilî seredana Fransayê kir û paşî ya Polonyayê kir û bi serokwezîrê Polonyayê bi Donald Tusk re hevdîtin kir

Her dû serokwezîr li Polonyayê li ser têkiliyên dualî, koça bê serûber û li ser mijara berevaniyê axifîn. Her dû serokwezîr her weha balê kişandin ser tehdîda Rûsyayê ya ser Ewrûpa û NATOyê.

Merz, di axaftina xwe de got ku Almanya bi cîranê xwe bi Polonyayê di şerê duyem de gelek eziyetê daye kişandin û vê êşa Polonyayê qet jibîr nekiriye û wê li Berlînê abîda şerê 2em deynin. Mezr got ku îro tehdîda herî mezin ya bo Ewrûpa û NATOyê Rûsya ye. Merz got:

“Rûsya bo ewlehiya me û têkiliyên bi Transatlantîkê de tehdîda herî mezine û tehdîd dewam dike. Polonya cîranê Rûsya û Belarûsêye lewra bi tehdîdê re rû bi rû dimîne. Divê em şiyanên xwe pêş bixin, Polonya di mijarê de gelek xebatê dike û li ser navê temamê NATOyê dike.”

Serokwezîrê Polonyayê Tusk jî di axaftina xwe de got ku divê têkiliyên her dû dewletan bo xizmetê ji Ewrûpa re baş bike, xwurt bikin û ev şansekiye. Ji ber Polonya cîranê Rûsya û Belarûsêye, parastina sînor wezîfa temamê Ewrûpaye û weha dewam kir:

“Me rêya koçberan ya ku Rûsya û Belarûsê organîze dikir bi temamî girt. Erê Almanya sînorên xwe kontrol dike lê divê ji sînorê xwe bêhitr sînorê Yekîtiya Ewrûpayê bê kontrolkirin.”

Tusk, ji Merz xwest ku Patriotên Almanya yên ku li bajarê Polonya yê bi navê Rzeszowê ne, wexta wan heya dawiya salê dirêj bikin.

Patriot sîstema bergiriya hewayiye ku Polonyayê ji êrîşên hewayî diparêze.

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.