SOHR: Di pevçûnên li Siwêdayê de herî kêm 21 kes hatin kuştin

PeyamaKurd – Di pevçûnên di navbera şervanên Durzî û eşîran yên li parêzgeha Siwêdayê ya başûrê Sûriyeyê gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin.
Rêveberê SOHR Ramî Abdelrahman ji Ku24 re gotiye ku di navbera eşîr û komên çekdar de pevçûnên tund diqewimin û got, "Di pevçûnên li Siwêdayê de herî kêm 21 kes, di nav de 10 zarok, hatin kuştin û 80 kes jî birîndar bûn."
Li gorî agahiyan, pevçûn ji ber girtina rêya Şam-Siwêdayê dest pê kirine, ku trafîk di navbera her du parêzgehan de bi tevahî rawestiyaye.