Li dijî HSDyê li Dêra Zorê du êrîşên cuda hatin kirin

Li dijî HSDyê li Dêra Zorê du êrîşên cuda hatin kirin

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku duh derengiya şevê li bajarê Dêra Zorê du êrîş ji aliyê kesên nenas ve hatine kirin, di encamê de kesek hatiye kuştin û du kesên din jî birîndar bûne.

Daxuyaniya HSDyê wiha got, "Endamê karmendekî Mala Şervanan li bajarokê Ebû Qesab li gundewarê Dêra Zorê duh êvarê li ber mala xwe ji aliyê çekdarên nenas ve ku li ser motorsîkletê siwar dibûn, hate gulebarankirin û kuştin. Jina wî jî di êrîşê de bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê."

HSDyê ragihand ku di êrîşeke din de li Dêra Zorê, yek ji şervanên wan dema ku vedigeriya malê, birîndar bûye. HSDyê derbarê bûyerê de daxuyaniyek weşand û got, "Ew bi sê guleyan birîndar bûye. Ew rakirine nexweşxaneyê û bijîşk dibêjin rewşa wî stabîl e."

Heta niha ti kom berpirsiyariya êrîşan li xwe negirtiye.

Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.