Wezîrê Derve yê Îsraîlê: Deriyê Sînorî yê Refehê dibe ku Yekşemê vebe

PeyamaKurd – Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îtalî ANSAyê, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ragihand ku deriyê sînor ê Refehê yê di navbera Xezeyê û Misirê de îhtîmal e ku roja Yekşemê ji nû ve vebe. Saar ev yek di konferanseke li ser herêma Deryaya Spî de li Napolî anî ziman û destnîşan kir ku "Em hemû amadekariyên pêwîst dikin."
Lêbelê, hîn ne diyar e ka deriyê sînor dê ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî an jî kesên sivîl vekirî be. Berê, Îsraîlê ragihandibû ku ew ê rojekê ji bo vekirina deriyê sînor ê Refehê destnîşan bike, lê destûr nedaye ku alîkariyên mirovî ji wir derbas bibin.
Koordînatorê Çalakiyên Hikûmetê li Herêman (COGAT) diyar kiribû ku "Dîroka vekirina deriyê sînor ê Refehê ji bo nîştecihan dê paşê were ragihandin, piştî ku aliyên Îsraîl û Misrê amadekariyên pêwîst ji bo vekirina sînor temam bikin."
Herweha, COGAT tekez kiribû ku "alîkariya mirovî dê ji deriyê sînor ê Refehê derbas nebe. Ev di tu qonaxê de nehatiye biryar kirin," û anîbû ziman ku "alîkarî bi rêya deriyên sînor ên din derbasî Xezeyê dibe."
Neteweyên Yekbûyî û ajansên alîkariyê daxwaza ji nû ve vekirina deriyê sînor kirine, ji ber ku Xeze piştî şerê du salan ku bi êrîşa Hemasê ya li ser Îsraîlê di 7ê Cotmeha 2023yan de dest pê kir, bi krîzeke mirovî ya giran re rû bi rû ye.
Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.




