15 baroyên Bakûrê Kurdistanê daxwyaniya ‘aştiyê’ dan

PeyamaKurd – 15 baroyên Bakûrê Kurdistanê li ser pêvajoya aştiyê daxwuyanî dan û di daxwyaniya xwe de gotin:
“Bêdengiyiya çekan û dawîanîna her cûre şiddetê em li ser navê aştiya civakî û jiyana demokratik pêşdeçûnekî baş dibînin, aştî ne tenê tê vateya sekna şer lê di heman wextê de pirsgirêk bi awayekî rast tên çareserkirin, tên parastin û ji bo nîzamekî weha bê avakirin pêwistî heye.”
Baro, di daxwuyaniya xwe de gotin ku sekinandina sîlihan tenê ne bese lê divê sîstemekî li ser mafên mirovan û demokratîzebûnê bê avakirin. Baro gotin ku divê aştiya negatîv wergerînin aştiya posîtîv û desteka xwe bo pêvajoya çareseriyê ragihandin. Daxuywaniya baroyan wehaye:
“Welatê me bi taybetî herêma me bi deh salaye ku di nav pêvajoya çekdariyê de ye, êşên giran, travmayên kûr yên civakî û îhlalên mafên mirovan gelek çêbûne. Mafê jiyanê û yekîtiya bedenê hatine îhlal kirin, azadiya mirovan hilanîne refan, bi mîlyonan kes ji ser warên xwe rabûne, di nava nifşan de bêbawerî û dijberî peyda bûye û di encamê de her wendakirin çêbûne.
Çekberdana PKKê û dawîanîna li rêxistinê ji aliyê me de mîladekiye û dewrekî nûye bo vekirina deriyekî nûh. Em weke baroyên herêmê, sekna çekan û dawîanîna li her cûre şiddetan, li ser navê aştiya civakî û jiyana demokratik pêşdeçûnekî baş dibînin.
Aştî ne tenê sekna şere lê tê vateya çareseriya pirsgirêkan ya bi awayekî rastteqîne, parastina wê û avakirina sîstemekî nû. Em zanin bo aşityê tenê destberdana çekan ne bese, di vê wateyê de di wexteka kurt û orte de:
-Bo avakirina civakekî demokratik, divê mafên bingehîn bên parastin û ji mafan re rêz bigrin,
-Îfadekirina ramanan, ragihandina ramanan û mafê azadiya rêxistinî, divê ne di bin zorê an tehdîda cezayan de be,
-Îhlalên wekheviya hemwelatîbûnê divê bi dawî werin, qanûnên hemwelatîbûna wekhevî û yên destûrê bên derxistin,
-Divê edalet bê tamîrkirin, bi îhlalên berê yên giran re rû bi rû bibin û mekanîzmayên edaletê aktîv bibin,
-Divê ceza û tehdîdên li ber kirina siyasetê û azadiya mafê îfadê rabin û ji cezayan bên safîkirin,
-Divê dest ji tayîna qeyyûman berdin û rêz li îrada xelkê bigrin,
-Girtiyên nexweşînên wan yên giran hene, divê heysiyeta wan û tenduristiya wan bidin ber çav û li gor wê qanûnan derxin,
-Endamên rêxistinê yên dest ji çekan berdane divê li gor wan qanûn bên nûhkirin,
-Bi milyonan mirovên ku bêriya aştiya mayînde kirine, bo bêrîkirina wan bibe dilxweşiyekî mayînde, divê aştiya neyînî wergerînin aştiya erênî û ev mafê pêdiviya jiyanêye.
-Tirkiya ku aştiya erênî û demokratîzebûnê bicîh bîne, di mijara pêşdeçûna civakî û refahê de wê mesafeyekî baş here û ji aliyê me hemûyan de heyecanê dide me.
Em baroyên ku li ser vê axê pêkvejiyana bi serbilindî dixwazin, em dibêjin em terefdarê çareseriya demokratik, mafên mirovan yên navnetewî, terefdarê aştiya civakîne û em ê li ser vê xettê dewam bikin. Bi rêzdarî em bo taya giştî radigihînin.
Baroyên: Adıyaman (Semsûr), Agirî, Batman, Çewlik, Bedlîs, Dêrsim, Amed, Hakkarî, Ixdir, Qers, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê.
Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.




