Li Hewlêrê zêdetirî nîv ton madeyên hişbir hatin şewitandin

PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê ragihand ku duh, Yekşemê, 14ê Îlona 2025an, bi biryara dadgehê miqdareke mezin a madeyên hişbir hatiye jinavbirin.
Di daxuyaniyekê de hat gotin ku Komîteya Jinavbirina Madeyên Hişbir bi giştî 571 kîlo û 446 gram madeyên hişber ên ji cûreyên Krîstal, Eroîn, Tilyak (Opyûm), Heşîş, Esrar, Tramadol û Krîstala şil şewitandine. Herweha perçeyek xalîçeya ku madeyên hişbir tê de hatibûn veşartin jî hatiye tunekirin.
Hate diyarkirin ku ev madeyên hişbif di demên cuda de ji aliyê Rêveberiya Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir a Duhokê ve hatibûn desteserkirin.
Ev pêngav piştî yekalîbûna 133 dosyayên dadgehê yên di navbera salên 2009 û 2025an de pêk hat û ji bo hemûyan biryara jinavbirinê hatibû dayîn.
Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.




