Konferansa "Hevjiyan li Herêma Kurdistanê" li Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin

PeyamaKurd - Ezmûna hevjiyanê li Herêma Kurdistanê di konferansekê de ku li Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin, hat pesinandin.
Îro, li Parlamentoya Ewropayê di bin çavdêriya Konfederasyona Dîasporaya Kurd û bi beşdariya gelek endamên Parlamentoya Ewropayê de konferansek bi navê "Hevjiyan li Herêma Kurdistanê" hat lidarxistin.
Wezîra Veguhestinê ya Herêma Kurdistanê Ano Cewher, ku beşdarî konferansê bû got, "Nûnerên 10 welatan beşdarî konferansê bûn, û ezmûn û xebata Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat pesinandin."
Cewher destnîşan kir ku ezmûna Herêma Kurdistanê di hevjiyanê de hat pesinandin û ezmûna herêmê di vî warî de hat teqdîrkirin.
Herwiha wî diyar kir ku piraniya beşdarên konferansê endamên Parlamentoya Ewropayê bûn û ew dixwestin beşdarî Roja Nimêja Neteweyî bibin ku sala bê li Herêma Kurdistanê tê pîrozkirin.





