Hêzên asayîşê li bajarê Rihayê gelek sîlihan girt

Hêzên asayîşê li bajarê Rihayê gelek sîlihan girt

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê (Şanlıurfa) polîs avêt ser kargehekî ku hilberîna çekan û muhîmmatan dike û di operasyonê de gelek tivingên piyade, demançe, tiving, fişekên balafirsawaran, alavên teqemeniyê û muhîmmat xistin dest.

Li ser operasyonê polîs 4 kesan xist binçav. Di kargehê de hilberîna çekan dihat kirin ku çekên lûledirêj di nav wan de hene. Fişekên balafirsawaran di nava wan de balkêşin.

Miqdarê çekên ku ketine destê polîs; tivingekî piyade, 6 demançe, 3 alavên tewemeniyê, 11 lûle, 709 fişek, 2 fişekên balafirsawaran û 771 perçên çekan e.

Lêpirsîna her 4 kesên ku polîs wan xist binçav, li baregeha asayîşa bajarê Rihayê dewam dike.

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.