Li Meletiyê di qeza mînîbusê û otomobîla bazirganî de 14 kes birîndar bûn

Li Meletiyê di qeza mînîbusê û otomobîla bazirganî de 14 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Akçadağê di encama li hevketina mînîbusê û otomobîla bazirganî de 14 kes birîndar bûn. Bûyer li ser rêya Meletiyê û Semsûrê qewimî.

Tîmên tenduristiyê, cendirme û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê, birîndaran ji erebeyan derxistin û wan birin nexweşxanên li bajêr.

Li ser rewşa tenduristiya birîndaran ti agahî nehat dayîn.

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.