Hizbullah li ser radestkirina çekan daxuyaniyên bi nakok dide

Hizbullah li ser radestkirina çekan daxuyaniyên bi nakok dide

PeyamaKurd – Hizbullaha Lubnanê derbarê helwêsta xwe ya li ser reşnivîsa metna ku ji aliyê Amerîkayê ve li ser radestkirina çekan hatiye pêşkêşkirin, daxuyaniyên bi nakok dide.

Karbidestên rêxistinê dibêjin ku ew "bi biryardarî û hişmendî li hember zextan li ber xwe didin" û "pabendbûna bi berxwedanê re tekane vebijarkne ku bi bandor derketiye holê."

Di heman demê de, cîgirên Hizbullahê vekişîna Îsraîlê ya ji deverên dagirkirî yên li başûr wekî pêşşertekî berî nîqaşkirina mijara çekan danîne pêş.

Lubnan bersiveke hevbeş ji bo belgeya Amerîkî amade dike, ku ew ê hefteya bê pêşkêşî nûnerê Washingtonê Thomas Barrak bike. Belge di civînekê de ku Serokwezîr Newaf Salam bi Serok Joseph Aoun re civiya û Balyozê Misrê yê li Beyrûtê Alaa Musa jî beşdar bû, hate nîqaşkirin.

Musa got ku Aoun "nêzîkatiyeke realîst ji bo vê mijarê heye" û "nîşanên erênî ne", û her wiha got ku "hûrguliyên ku divê werin çareserkirin" hene.

Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.