Brûskê li balafira ji Ankara diçû Çewlikê xist û xwe danî balafirgeha Xarpêtê

PeyamaKurd – Balafira rêwiyan ji Ankara rabû da here bajarê Çewlikê (Bingol) û di wexta xwe deyne balafirgeha Çewlikê, brûskê lê xist û mecbûr ma berê xwe biguhêre û here balafirgeha Xarpêtê (Elazığ).
Rêwiyên balafirê li balafirgeha Xarpêtê ji balafirê daketin û di rêya bejayiyê de çûn Çewlikê.
Dema brûskê li balafirê xist, ajotvanê balafirê li gor qanûn mecbûr ma here balafirgeha Xarpêtê. Lê di encamê de ti zerar negiha rêwiyan an balafirê.
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.




