Li bajarê Meletiyê xortê 12 salî yê ji Sûriyê di ava bendavê de fetisî

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê xortekî ku ji Sûriyê yê bi navê Bilal İsmail (12) bi hevalên xwe re ket ava bendava Karakayayê da xwe hînik bike. Lê di kûrahiya avê de wenda bû.
Tîmên noqavê çûn ciyê bûyerê û xwestin wî rizgar bikin. Lê piştî demekî bi qederê nîv seetî, leqayê cesedê wî yê bêgiyan hatin.
Bûyer îro piştî nîvrojê nêzî îskela Feribotê ya bi navê Atabey qewimî. Cesedê wî birin morga Tib a Edlî bo otopsiyê.
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.




