Nêçîrvan Barzanî li ser xwefesixkirina PKKyê daxuyanî da

Nêçîrvan Barzanî li ser xwefesixkirina PKKyê daxuyanî da

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke girîng derbarê biryara Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya devjêberdana têkoşîna çekdarî, ku di 12emîn Kongreya wê de hatibû standin, weşand. 

Barzanî ev biryar wekî ”gaveke dîrokî” bi nav kir û got, ev yek dê “rûpelekî nû” ji bo aramî û pêşketina herêmê veke.

Di peyama xwe de, Barzanî banga Rêberê PKKyê Abdullah Öcalan û helwestên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan ên ji bo piştgiriya vê pêvajoyê teqdîr kir. 

Wî diyar kir ku ev gav nîşana gihîştina siyasî ye û rê li ber diyalogeke rasteqîn vedike, ku dikare bingeha aştiyeke mayînde li Tirkiyê û herêmê ava bike.

Nêçîrvan Barzanî wekî Herêma Kurdistanê, dubare kir ku ew piştgiriyê didin hemû hewldanên ji bo çareseriya pirsgirêkan bi rêbazên aştiyane û amade ne ji bo pêşkêşkirina her cûre alîkariyê da ku ev derfeta dîrokî bi serkeftî bi encam bibe. 

Wî hêvî kir ku ev destpêşxerî bibe destpêka pêvajoyeke çareseriyê ya hevpar û berfireh.

 

 

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.