Ji Almanya daxuyaniya hilweşandina PKKê...

Ji Almanya daxuyaniya hilweşandina PKKê...

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Almanyayê li ser biryara PKKê ya xwe hilweşandin û çekdanînê daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê got: "Ev gav qonaxeka girîng e ji bo têkbirina çerxa teror û tundiyê ku bi dehan salan e li Tirkiyê û herêmê didome."

Wezareta Alan ragihand ku ji bo çareseriyeke berdewam, pêdivî ye ku ev daxuyanî bi tevahî were bicihkirin û proseyeke siyasî were meşandin.

Herwiha diyar kir, ev yek gaveke girîng e ji bo bidawîkirina tundûtujîyê û destpêkirina diyalogê.

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.