Mesrûr Barzanî û Konsulê Filîstînê civiyan: Divê dawî li şerê Xezeyê bê

Mesrûr Barzanî û Konsulê Filîstînê civiyan: Divê dawî li şerê Xezeyê bê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî, îro 12ê Gulanê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Filistînê yê Herêma Kurdistanê Mahir El-Kerekî kir.

Piştî civînê hate ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destpêkirina Konsulê Giştî yê nû yê Filistînê kir û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina erkê wî nîşan da.

Konsolê Giştî yê Filistînê silavên Serokê Filistînê Mehmûd Ebas (Ebû Mazin) gihandin Serokwezîr û amaje bi pêwendiyên dîrokî yên di navbera Filistîn û Kurdistanê de kir û tekezî li girîngiya xurtkirina pêwendiyên dualî kir.

Di hevdîtinê de her wiha pêşhatên dawî yên li Xezeyê hatin gotûbêjkirin. Herdu alî li ser pêwîstiya bidawîanîna şer û êş û azara xelkê sivîl ê Xezeyê, parastina mafên rewa yên gelê Filistînê û ewlehî û aramiya Rojhilata Navîn hevnêrîn bûn.

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.