Roob Roos: Kurd her tim ji bo azadî û mafên xwe şer dikin

Roob Roos: Kurd her tim ji bo azadî û mafên xwe şer dikin

PeyamaKurd - Endamê berê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Rob Roos diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump piştgiriyê dide Kurdên li Rojhilata Navîn.

Siyasetmedarê Ewropî Roos diyar kir ku têkiliyên Amerîkayê bi Herêma Kurdistanê re pir baş in.

Roos diyar kir ku Kurd her tim hevalbendekî mezin ê Amerîkayê bûne û got, "Min her tim gotiye ku Kurd neteweyek wêrek in û ew ji bo azadî û mafên xwe şer dikin."

Roos herwiha destnîşan kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber têkiliyên baş ên Kurdan bi Amerîkayê re piştgiriyê dide Kurdên li Rojhilata Navîn.

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.