'Amadekariyên jinûve şandina petrola Kurdistane bo Ceyhanê temam bûn'

'Amadekariyên jinûve şandina petrola Kurdistane bo Ceyhanê temam bûn'

PeyamaKurd- Rêveberê Giştî yê kompanyaya SOMO ya Iraqê Elî Nizar eşkere kir ku hemû amadekarî ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê temam bûne.

Elî Nizar derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de ragihand: "Me her tiştê derbarê peyman û girêbestan de temam kiriye û hemû amadekarî ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê ku ji bendera Ceyhanê were şandin hatine kirin û em li benda gihîştina petrolê ne."

Nizar got, "Wezareta Petrolê ya Iraqê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe dane da ku ev pirsgirêk bi dawî bibe.”

Herwiha Elî Nizar da zanîn ,"Biryarên ku ji aliyê Encûmena Wezîrên Iraqê ve di vî warî de hatine dayîn û rêbaza pêkanînê zelal in da ku mafên şîrketên hilberîna petrolê garantî bikin.”

Ev nivîs 152 car hatiye xwendin.