Rapora Fedê: Di xebatên aboriyê de ti guherîn nîne

PeyamaKurd – Banka Navendê ya Amerîkayê FED rapora xwe ya meha Êlûnê belav kir û tê da ragihand ku di aboriyê de guherînekî zêde tineye lê li hinek herêman pêşdeçûn heye.
Mesrefên serfdaran sabît mane û mehane têra bihayê pêdiviyan nakin. Rapor li gorî raporên ku 12 beşên bankayê şandine navendê hatiye amadekirin. Di herêman de nezelaliya aboriyê xwe nîşan dide, bacên gumrikê faktorekî neyîniye, di xweşbîniya şîrketan de guherînên biçûk hene an di hinekan de qet tine.
Di îstîhdaman de li 11 herêman kêm guherîn heye an qet tine û li herêmekî ast kêm bûye. Di perê rojane an mehane de, di nîvê herêman de zêdebûnekî normal heye.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




