Petrola Îranê bi navê SOMO ya Iraqê bi qaçaxî tê firotin

Petrola Îranê bi navê SOMO ya Iraqê bi qaçaxî tê firotin

PeyamaKurd- Medya Iraqê bi zimanê çend çavkaniyên navnetewî ragihandiye ku qaçaxçîtîya petrola Îranê û firotina wê bi navê petrola Iraqê berdewam dike.

Çavkaniya gotiye, ew petrol bi karanîna mohr û îmzeya Şîrketa bazarkirina Petrolê ya Iraqê SOMO tê şandin û li keştiyan tê barkirin.

Kanala One News a Iraqê ku agahiyên xwe dispêre ajansa Iran International ragihand ku ji ber Îran, navê Iraqê bikar aniye di qaçax firotina petrolê de û bi wî cezayan derbas dike Iraqê baweriî ji dest daye ku parastina şefafiyeta sektora xwe ya petrolê nekariye biparêze û derveyî wê jî têkiliyên Amerîka-Iraqê ketine metirsiyê û hewlên kişandina veberhênana biyanî kêm kiriye.

Kanalê gotiye, Iraq niha bi gefên siyasî û aborî yên zêdetir re rû bi rû ye.

Li gorî nûçeyê, her çiqas Bexda dibêje ku ew rojane 100 hezar bermîl petrol ji Çînê re dişîne ku salane bi nirxê 2.5 milyar dolar e, lê mîqdara petrola ku digihîje Çînê pir zêdetir e.

Herwiha heman kanalê bal kişandiye ser raporeke kompanya Tanker Trackers ku taybetmende bi nûçeyên derbarê derya û behrê û ragihandiye, mîqdarek mezin ji petrola Îranê bi navê petrola Iraqê digihîje Çînê. Pêvajoya şandina petrolê bi karanîna mohr û îmzeya şîrketa Iraqî ya SOMO tê kirin.

Berê, SOMO di nameyekê de qebûl kiribû ku li benderên Iraqê qaçaxçîtiya petrolê heye û petrol bi rêya çend keştiyan ve qaçaxçîtiya wê tê kirin.

Herwiha 2 roj berî niha jî çapemeniya Îranê bi zimanê Serokê Odeya Bazirganiya Hevbeş a Îran û Iraqê Yehya Îshaq belav kiriye: ‘’Eger em nikaribin petrola xwe bifroşin cîhanê, em rê nadin ti petroleke din jî bê firotin.’’

Herwiha hat gotin, "Ev gef cidî ne. Eger her kes sînordarkirinan li ser me ferz bike, em dikarin bi qasî ku em dikarin sînordarkirinan ferz bikin."

Ev gefên Îranê piştî wê yekê tên ku di şerê 12 rojan ê di navbera Îran û Îsraîlê de gelek çavkaniyan gotiye, Îran dixwaze Tengava Hurmuz bigire, ku ev yek dê rê li ber hinardekirina petrolê ji Iraq, Kuweyt û çend welatên Kendavê bigire.

Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.