Defacto 450 karkerên xwe ji kar derxist

PeyamaKurd – Li Tirkiyê şîrketa Defactoyê di sektora cil û cûreyên din yên lixwekirinê de bi nav û denge lê xeberekî nexweş ji şîrketê belav bû ku bi sedema krîza aboriyê 450 karkerên xwe yên depoyan ji kar derxistiye.
Xebatkarekî şîrketê ku deh sale di şîrketê de xebitiye ji bo çapemeniya Tirkiyê ragihandiye ku diviya mehekî berê xeberê bidana karkeran da karker xwe li gorê wext karibin eyar bikin, wexta xwendina zarokaye, plan û mesrefên xwe li gor xwe eyar kirine lê şîrket hema wan daniye ber derî.
Şîrket, çend meh berê jî 200 karkerên xwe ji ser kar derxistibû. Wê karker, ji bo dagerin ser karên xwe an herî kêm tazmînat û mafên xwe yên qanûnî bistînin wê seredana dadgehê bikin.
Tê gotin ku şîrket karkerên di şîrketê de zêde xebitîne derxistiye lê karkerên nûh ji ser kar dernexistiye ji ber mafên pera yên xerbatkarên kevin li ser şîrketê zêde heye û heya niha pere nedaye wan.
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.




