Serokomarê Îranê serdana Rojhilatê Kurdistanê dike

PeyamaKurd- Hate ragihadin ku Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan wê serdana parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê bike û bi xelkê wê derê bicive.
Berpirsê Nivîsgeha Serokomarê Îranê Hebîb Ebasî derbarê serdana Mesûd Pizîşkiyan a parêzgeha Îlamê de got: "11ê Hezîranê, Mesûd Pizişkiyan dê serdana parêzgeha Îlamê bike û serdana wî dê du rojan berdewam bike."
Ebasî da zanîn, "Di serdana xwe de, Serokomar dê li gel xelkê bicive, hejmarek navendên xizmetguzariyê yên li parêzgehê veke. Herwiha dê bi gelek berpirsên parêzgehê re jî bicive û bi çalakvanên siyasî, aborî, civakî û rewşenbîrî re hevdîtinan bike."
Ev nivîs 143 car hatiye xwendin.




