Saeta rojê ya 1000 salî cara ewilî li muzeya Qersê hat nîşandan

Saeta rojê ya 1000 salî cara ewilî li muzeya Qersê hat nîşandan

PeyamaKurd – Anî, bajarê dîrokî yê li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê ye, deriyê Qefqasyayê ber bi Kurdistanê ve ye, ji ber mazûvaniya ji bo 23 şaristaniyan û dewlemendiya xwe ya çandî xwedî cihekî taybet e.

Li ser qadeke 85 hektarî, nêzî 1500 avahiyên binê erdê û 25 avahiyên girîng ên wekî sûrên bajêr, mizgeft, katedral, qesr, dêr, keşîşxane, hemam, pir û rêgeheke nixumandî ya qismî hilweşiyayî hene, ku dîroka wê ya kevnar ronî dikin.

Di sala 2021an de, li Herêma Serşoka Mezin a Aniyê saetek rojê ya nêzî 1000 salî hate dîtin. Ev saet, piştî 4 salan, cara yekem li Muzeya Arkeolojî û Etnografiyê ya Qersê hate nîşandan.

Hat ragihandin ku rûrîst dikarin 15 rojan serdana vê saeta dîrokî bikin.

Cîgirê Midûrê Muzeyê Hakim Aslan diyar kir:

“Saetên rojê ji serdemên pir kevn têne dîtin. Di serdemên Romayî û Helenîstîk de geş bûne, lê di Serdema Navîn de pêşketina wan sînordar maye. Ev saet bi şêweyê nîvçemberî, ji 12 beşan pêk tê û dem bi siya çîpekî metalî yê li navendê, ku ji tîrêjên rojê çêdibe, tê nîşandan.”

 

Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.