Hikûmeta Sûriyê hejmara penaberên vegeriyane welêt eşkere kir

Hikûmeta Sûriyê hejmara penaberên vegeriyane welêt eşkere kir

PeyamaKurd- Hikûmeta veguhêz a Sûrîyê ragihad ku ji dema ketina rejîma Esed ve, di nav 6 mehan de zêdetirî 425 hezar penaberên Sûrîyê ji welatên cîran vegeriyane.

Rêveberê Desteya Gîştî ya Xalên Bejayî û Deryayî Mazin Elûş, eşkere kir ji 8ê Kanûna 2024an heta 8ê Hezîranê, zêdetirî 425 hezar penaberên Sûrî ji welatên cîran vegeriyane ku zêdetirî 250 hezar kes ji wan ji Tirkiyê vegeriyane.

Mazin Elûş diyar kir, bi hezaran kes ji welatên kendavê û Ewropayê jî vegeriyane Sûriyê û hin ji wan bi awayekî demkî û hin bi awayekî timî vegeriyane.

Elûş daye zanîn, ew kar dikin li ser başkirina rewşa xalên sînorî, ji bo hêsankirina vegera penaberan.

Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.