Şanda hikûmeta Sûriyê li ser mijara perwerdê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

Şanda hikûmeta Sûriyê li ser mijara perwerdê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

PeyamaKurd- Şandeke Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê ji bo avakirina navendên ezmûnên fermî bo xwendekarên ku dixwazin bawernameya niştimanî wergirin, serdana Rojavayê Kurdistanê kir.

Hate diyarkirin ku armanca şandeyê ew e ku pênc navendan li herêmên di bin rêveberiya Rêveberiya Xweser de veke.

Bajarên ku navend dê lê bên vekirin Hesekê, Qamişlo, Reqa, Dêrezor û bajarokê Sirînê yê Kobanê ne.

Wezaretê herwiha du vebijêrk ji bo veguhestina xwendekarên Rojavayê Kurdistanê pêşkêş kirine.

Li gorî pêşniyarê, xwendekar dikarin bi belgeyên pêwîst û karta ezmûnê serdana navenda xwe ya berê tomarkirî li derveyî parêzgeha xwe bikin û daxwaza veguhestinê bikin, an jî rasterast biçin navendeke nû di nav parêzgeha xwe de ji bo temamkirina pêvajoya veguhestinê.

Hêjayî gotinê ye, ev pêngav piştî ku Rêveberiya Xweser gotibû, wan bi Şamê re li ser xwendekarên li herêmên wê bawernameya perwerdeya fermî bi dest bixin rêkeftin kiriye, pêk hat.

Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê roja duşemê ragihand ku tomarkirina ji bo ezmûnên bekeloryayê - ku li herêmê bi vî navî tên naskirin - dê ji bo xwendekarên pola nehem ji 11 heta 16ê Hezîranê û ji bo xwendekarên pola 12an jî ji 17 heta 22ê Hezîranê berdewam bike. Tê çaverêkirin 70 hezar xwendekarên li herêmên Rêveberiya Xweser ji vê bistînin.

Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.