Trump: Hewce bike em ê zêdetir leşkeran bişînin Los Anglesê

PeyamaKurd- Serokê DYA Donald Trump derbarê protestoyên li Los Angelesê de got, "Ez şerê navxweyî naxwazim, ger hewce be em ê leşkerên zêdetir bişînin Los Angelesê." Trump herwiha piştgirî da daxuyaniya Berpirsê Ewlehiya Sînor Tom Homan ku gotibû, divê Waliyê Kalîforniyayê Gavin Newsom were girtin û got: "Ez li şûna Tom bûma, min ê ev bikira."
Trump, li dijî protestoyên li Los Angelesê yên li ser polîtîkayên wî yên dijî koçberan berdewam dikin, Waliyê Kalîforniyayê Gavin Newsom rexne kir û got ku ew "bêkêr" e û protestokar jî wek "provokatorên profesyonel" bi nav kir.
Serokê Amerîkayê herwiha îdia kir ku protesto ne aştiyane ne û armanca wan tenê xirabkirina nîzamê ye. Lêbelê, Tom Homan paşê ji daxuyaniya xwe vekişiya û got ku "tu nîqaşek li ser girtina Newsom nebûye."
Ev nivîs 153 car hatiye xwendin.




