Vegera Hecîyan ji Erebistana Siûdî dest pê kir

Vegera Hecîyan ji Erebistana Siûdî dest pê kir

PeyamaKurd- Bi sed hezaran hecîyên Kurdistan û cîhana Îslamê ku di Cejna Qurbanê de, îbadeta xwe kirin, dest bi vegerê kirin.

Di roja sêyemîn a Cejna Qurbanê de, bi sed hezaran hecîyan wezîfeya xwe ya beravêtina şeytan pêk anîn û bûn hecî.

Ji Herêma Kurdistanê jî tenê bi rêya asmanî zêdetirî 17 hezar kes ji bo bibin hecî çûbûn Erebistana Siûdî. Herwiha bi hezaran welatiyên Kurd ji Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bi rêyên bejahî û asmanî ji bo îbadeta hecê çûbûn Erebistana Siûdî.

Hate ragihandin ku ji îro 9ê Hezîranê pê ve vegera hecîyan bo welatên xwe dest pê kiriye.

Ev nivîs 139 car hatiye xwendin.