Hejmara 171ê ya Nûbiharê derket

Hejmara 171ê ya Nûbiharê derket

PeyamaKurd - Hejmara 171ê ya Kovara Nûbiharê, bi gelek çêrok, helbest, nivîs, ceribandin û bi hevpeyvînekê derkete pêşberî xwendevanên xwe.

Di vê hejmara Nûbihara ku 33 salin xizmeta wêjeya kurdî dike de Rohat Alakom bi nivîseke xwe ya bi navê “Bi wêneyên Joseph de Baye Pirçandiya li Qaxizmanê” cih girtiye.

M. Zahir Ertekîn jî di vê hejmarê de li ser Gulnameya Aqtepî analîzek berfireh nivîsiye. Her wiha Ayhan Geverî bi du nivîsên xwe tevlî hejmarê bûye.

Mela Mihemedê Kêrsî di nivîsa xwe de qala zanyarî û xebatên terîqetî yên medreseyên Kurdistanê kiriye.

Bedirxan Epozdemîr, Mela Emer Gulpikî û henek û laqirdiyên wî kirine mijara nivîsa xwe û ji pêkenokên wî çend nimûne dane.

Nivîseke din a balkêş jî ya Salihê Kevirbirî ye. Kevirbirî balê dikişîne ser Kurdên Qefqasyayê û dibêje “Divê têkiliyên bi Kurdên Qefqasyayê re yekpare û xurt bin.”

De beşa Hîkmetnameyê de jî Abdullah Încekan Dîwana Goethe ji Almanî wergerandiye Kurmancî.

Evîn Şikakî jî di vê hejmarê de di derbarê Helbestkara hêja ya xwediya gellek berheman Diya Ciwan ku Sibata îsal çû ser dilovaniya xwe nivîsiye.

Nîhad Gultekîn jî bi hepveyvîna Dîlbera Wekîl tevlî hejmarê bûye.

Rojen Barnas vegeriya

Di vê hejmara ku Helbestkarê navdar Rojen Barnas bi helbesteke xwe vegeriyaye qada weşangeriya wêjeyî de wekî din Ahmedê Hepo, Sabrî Akbel, Ebru Yilmaz, Mela Omerê Tetwanî, Ozan Serhedî, Yilmaz Elagoz, Amîne Pîrozxan, Mehdî Ritamî, Ayşegul Kizilkaya, Walter Benjamin, Dilazad A.R.T., Ferhat Çîftçî, Sadullahê Misircî û Abdulkadîr Gok bi nivîs û çîrokên xwe di vê hejmarê de hene.

Helbestkarên ku bi helbestên xwe di vê hejmarê de cih girtine ev in: Rojen Barnas, Berken Bereh, Mewlana Celaleddînê Romî, Melîh Cevdet Anday, Sidîq Gorîcan, Mihemed Elî Bayram, Xewneroj, Zeynep Şemdînoglu, Qedrî Sipranî, Mustafa Ertaş, Xortê Nazik, Burhan Tuz, Ayşegul Kizilkaya, Salih Kevirbirî, Umêd Qerenî, Asyah Goyî, Reyhan Sarhan û Mustafa Işik.

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.