37 koçberên Kurd li Tûnisê hatin girtin

37 koçberên Kurd li Tûnisê hatin girtin

PeyamaKurd – Balyozê Iraqê yê li Tûnisê, Ebdulhekîm Kesab, ragihand ku 37 koçberên Kurd ên ku li bajarê Qalibiyeyê yê Tûnisê di rê de bûn da ku ber bi Ewropayê ve biçin, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tûnisê ve hatine girtin.

Balyoz ji Rûdawê re got, "Duh, em hatin agahdarkirin ku hikûmeta Tûnisê 37 welatiyên Iraqî girtine. Ev hemû kes welatiyên Kurd in."

Kesab got ku ji ber ku girtî bi Erebî nizanin, îfadeyên wan nehatine girtin, û ji ber vê yekê dosyayên wan ên lêpirsînê bi fermî nehatine bidawîkirin.

Wî zêde kir ku rayedarên Tûnisê niha li wergêrekî guncaw digerin.

Eger sûcdariyek tune be, ew ê werin berdan.

Balyozê Iraqê di daxuyaniya xwe ya li ser vê mijarê de weha got:

"Em hemû hewldanên dîplomatîk dikin da ku ew serbest bên berdan. Ger tu sûcdarî li dijî wan tune be, bê guman ew ê werin berdan."

Her wiha Kesab diyar kir ku kesên girtî dixwestin di rêya Tûnisê re biçin welatên Ewropayê.

Di dawiyê de, Kesab tekez kir ku tenduristiya koçberan baş e.

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.