Goreke komî ya qurbaniyên Enfalê li Amêdiyê hate dîtin

Goreke komî ya qurbaniyên Enfalê li Amêdiyê hate dîtin

PeyamaKurd – Goreke komî ya qurbaniyên Enfalê li gundê Mêrgetî yê Amêdiyê hate vekirin. Plan ew e ku termên ku hatine derxistin ji bo bîrdariyeke taybet werin veguheztin.

Li gorî Wezareta Şehîd û Qurbaniyên Enfalê ya Herêma Kurdistanê, gor termên heft kesên ji Mêrgetiyê dihewîne ku di dema şehîdbûna xwe de cilên Kurdî li xwe kiribûn. Li ser daxwaza malbatên şehîdan wê bîrdariyeke taybet were çêkirin.

Rêveberê Gorên Komî li Wezareta Şehîd û Qurbaniyên Enfalê Aram Nûrî ji K24 re got, "Heft kesên ku termên wan hatine dîtin di sala 1988an de di çarçoveya pêvajoya Enfala Kurdî ya rejîma Baasê de li çolê hatine îdamkirin."

Nûrî rave kir ku xebata wan wê ji du qonaxan pêk were û got, "Di qonaxa yekem de, term wê werin berhevkirin, dûv re bibin Saziya Tiba Edlî ya Duhokê, wê nimûneyên DNAyê ji terman werin girtin û dûv re term wê ji bo veşartinê werin vegerandin bajarên wan ên jidayikbûnê."

Aram Nûrî diyar kir ku di qonaxa duyemîn de, ew ê abîdeyek ava bikin ku Têkoşîna Enfalê ya gelê herêmê nîşan bide.

Nûrî rave kir ku cenazeyan cilên Kurdî li xwe kiribûn û hemî mêr bûn û got, "Wekî hikûmet, em bi rayedarên pêwendîdar ên li Bexdayê re hevahengiyê dikin da ku termên hemî qurbaniyên Enfalê li Kurdistanê vegerînin."

Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.