Îlam: Rejîma Îranê bloggerekî Kurd girt

Îlam: Rejîma Îranê bloggerekî Kurd girt

PeyamaKurd – Şîrvan Perwîzî, nivîskarê blogê yê mîzahnivîs û aktivîstekî medyaya civakî yê ji bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê, careke din ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.

Hat ragihandin ku Perwîzî berê jî ji ber çalakiyên xwe yên li ser medyaya civakî gelek caran hatiye girtin.

Li gorî agahiyên ku gihîştine Saziya Mafê Mirov a Hengawê, roja Yekşemê, 3yê Tebaxa 2025an, Şîrvan Perwîzî li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê hate girtin. Çekdarên rejîmê ew girtin, lê hêj hûrgilî derbarê sedemên girtinê û tohmetên li dijî wî nehatine eşkerekirin.

Di dozeke xwe ya berê de, Şîrvan Perwîzî roja Şemiyê, 19ê Çileya 2023yan, piştî temamkirina lêpirsînê û ravekirina tohmetan, bi kefalet ji Girtîgeha Navendî ya Îlamê hatiyr berdan. Lê belê, di 5ê Çileya 2025an de, hêzên îstîxbarata Pasdarên Şoreşê bi ser mala malbata wî de girtin û ew dîsa girtin.

Sedema girtina wî ya dawî, bi  weşandina posteke Instagramê tê têkildarkirin ku tê de bi awayekî mîzahî û rexneyî behsa rewşa aborî ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kiribû ya ku di bin desthilatdariya Komara Îslamî ye.

 

Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.