Bersûcê hewldana darbeya 15ê Tîrmehê: Ez dizanim bê kê fermana komkujiya Roboskiyê daye

PeyamaKurd – Fermandarê berê yê Hêzên Hewayî General Akın Ozturkê ku ji ber 15 hewldanên darbeyê hatibû girtin, di rûniştina dadgehê de got ku ew dizane bê kê fermana Komkujiya Roboskî daye û ew ê di pêşerojê de nasnameya wan eşkere bike.
Fermandarê berê yê Hêzên Hewayî General Akin Ozturkê ku ji ber hewldanên darbeyê 15ê Tîrmeha 2016an a li Tirkiyeyê hatibû girtin, derbarê êrîşa bombeyî ya sala 2011an de ku 34 gundiyên Roboskiyê yê Qilabanê ya Şirnexê tê de bi awayekî hovane can da, got, "Ez dizanim bê kê ferman daye, lê ez ê dema ku wextê wê hat ji we re bêjim, ne niha."
Ozturk roja berê û duh di Doza Banê Serfermandariya Giştî de parastina xwe kir, ku piştî biryara betalkirina qismî ya Dadgeha Bilind, rûniştin li salona dadgeha 17emîn a Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ji nû ve dest pê kirin.
Li gorî rapora rojnamevan Muyesser Yildizê, Ozturk bi bîr xist ku derbarê Komkujiya Roboskî de li dijî wî û Wezîrê Karên Navxweyî yê berê yê Tirkiyeyê Îdrîs Naim Şahîn gilînameyek hatiye kirin.
Ozturk got, "Di navbera salên 2011 û 2013an de, min li Fermandariya Perwerdehiya Hewayî ya Îzmîrê wek general xizmet kir. Di bin fermandariya min de tu hêzên çekdar tunebûn, û bûyera ku di 28ê Kanûna Pêşîn a 2011an de qewimî ne di warê berpirsiyariya min de bû. Ez dizanim bê kê ferman daye, lê ez ê dema ku dema wê were bêjim, ne niha. Di rojnameyan de ye. Ez her weha dizanim bê kê di Fermandariya Hêza Hewayî de li dijî wê bombebaranê nerazîbûn nîşan daye."
Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.




