Angaşt: Îsraîlê li Xezzeyê dibistanê bombebaran kir: 15 kes mirin

Angaşt: Îsraîlê li Xezzeyê dibistanê bombebaran kir: 15 kes mirin

PeyamaKurd - Hate ragihandin artêşa Îsraîlê li Xezzeyê dibistanekê bombebaran kiriye û di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest dane. 

Li gorî agahiyan, di encama bombebarana dibistana li bakurê Xezeyê dikeve de ji 15 kesên ku canê xwe ji dest dane 5 jê zarok in.

Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê (WAFA), balafirên şer ên Îsraîlê qata duyem a Dibistana Fatma bint Esed a li Cibaliyayê ku Filistîniyên koçber lê bi cih bûbûn, bombebaran kir.

Di emcama êrişa Îsraîlê de 5 ji wan zarok 15 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Her wiha li herêma navîn a Xezeyê li Kampa Koçberan a Nusayratê, di êrişa artêşa Îsraîlê ya li ser xaniyekî li nêzîkî Mizgefta Hammad el-Hasenat de hinek kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Li aliyê din, artêşa Îsraîlê gelek xaniyên li Taxa Tûfahê ya li bakurrojhilatê bajarê Xezeyê bombebaran kirin.

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.