Li Nîjeryayê şivanan hêrişî gundan kir: 23 kes hatin kuştin

Li Nîjeryayê şivanan hêrişî gundan kir: 23 kes hatin kuştin

PeyamaKurd - Li parêzgeha Benueyê ya Nîjeryayê di encama êrişa şivanan a li dijî gundan de 23 gundî hatin kuştin.

Berpirsê Herêma Kwandeyê Dr. Ray Anumve di daxuyaniya xwe ya ji rojnameya herêmî re got ku şivanên eşîra Fulaniyan êrişî gundên herêma Kwandeyê kiriye.

Anumve ragihand ku di êrişan de 23 kesên ku di nav wan de zarok jî hene hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Anumve destnîşan kir ku di êrişan de gelek xanî hatine şewitandin û çekdaran xwarin û berhemên gundiyan jî dizîne.

Li parêzgeha Benueyê di navbera eşîra Fulaniyan a ku sewalan xwedî dike û hinek eşîrên din ên ku cotkariyê dikin de carinan şer û pevçûnên tund derdikevin.

Di êrişên ku çekdaran nîsanê li parêzgeha Benueyê kiribûn de nêzîkî 100 kesî hatibûn kuştin.

Fulaniyên ku ji bo çêrandina sewalên xwe koçî herêmên cuda yên welêt dikin, dibêjin ku cotkar hewl didin ku sewalên wan bidizin û êrişî wan dikin.

Her wiha çeteyên çekdar jî ji van pevçûnan sûdê werdigirin û êrişan dikin û gefê li xelkê herêmê dixwin.

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.