Ji ber lêpirsîna şewata li Diyarbekirê 4 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve derbarê şewata ku duh li apartmanekê li Kolana 566emîn a Taxa Firatê ya navçeya navendî ya Kayapinarê derket û 4 kesan jiyana xwe ji dest da dest pê kir, berdewam dike.
Di çarçoveya lêpirsînê de, mitehit, rêveber, rêveberê şantiyeyê û memûrê teftîşê yê avahiyê hatin binçavkirin.
Lêpirsîna kesên gumanbar li Midûriyeta Polîsan berdewam dike.
Piştî şewata ku duh li avahiya apartmanê ya 13 qatî ya li Kolana 566emîn a Taxa Firatê derket, ji 17 kesên ku rakirin nexweşxaneyê, dayikê Bîrcan Çavdar (36) û zarokên wê Yunus Emre (12), Elîf (10) û Zeynep (4) can da.
Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.




