Artêşa Lubnanê li seranserî sînorê Sûriyeyê ket amadebaşê

Artêşa Lubnanê li seranserî sînorê Sûriyeyê ket amadebaşê

PeyamaKurd – Ewlehiya Lubnanê ketiye bin metirsiyeke nû, piştî ku zanyariyên îstîxbaratî derketin holê ku komên tundrew plan dikin leşkerên artêşa Lubnanê birevînin. Ji ber vê yekê, artêşa Lubnanê li seranserê sînorê bi Sûriyeyê re ket rewşeke amadebaşiyê ya awarte.

Li gorî belgeyeke fermî ya ku ji aliyê Fermandariya Hêzên Bejayî yên Artêşa Lubnanê ve hatiye weşandin, metirsî heye ku "komên tundrew" ên li aliyê Sûriyeyê, li herêmên Beka û Bakurê Lubnanê êrîşî personêlên artêşê bikin. Armanca van koman ew e ku leşkerên revandî bi girtiyên îslamîst ên di zindanên Lubnanê de ne, biguherînin, ku ev yek desthilata dewleta Lubnanê dixe bin pirsê.

Ji ber vê gefa rasterast a li ser Lubnanê, ferman li hemû yekîneyên artêşê û dezgehên îstîxbaratê hat kirin ku "tedbîrên ewlehiyê yên herî bilind bigirin" û her tevgereke gumanbar tavilê rapor bikin.

Ev gefa derve di demekê de ye ku aloziya siyasî li navxweyîya Lubnanê jî digihîje lûtkeyê. Hizbullah bi tundî li dijî biryara hikûmeta Lubnanê ya bi serokatiya Newaf Selam derdikeve, ku dixwaze çek tenê di destê dewleta Lubnanê de be. Parlamenterê Hizbullahê, Husên el-Hac Hesen, hikûmetê tawanbar dike ku "fermanên Amerîkayê" cîbicî dike û hişyariyê dide ku ev yek dikare bibe sedema "şerekî navxweyî li Lubnanê."

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.