Wê MSD ji bo tevahiya Sûriyê Danezaneke Destûrê amade bike

Wê MSD ji bo tevahiya Sûriyê Danezaneke Destûrê amade bike

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku wekî baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tê zanîn, xwe ji bo ragihandina rêgezên danezaneke destûrî amade dike.

Çavkaniyên MSDê ji medyayê re ragihandine, ew amadekariyê dikin civînekê li bajarê Reqayê li dar bixin, ku rewşenbîr û nûnerên ji hemû pêkhateyên Sûriyê lê amade bibin.

Hate diyarkirin, ew dê di civînê de destûrê nîqaş bikin û piştre jî rêgezên danezeneke destûrî ji bo tevahiya Sûriyê rabihînin.

Herwiha hate tekezkirin ku ew vê weke nimûne nîşan didin, ku danezana destûrî ya Hikûmeta Veguhêz berê ragihandibû ne guncaw tê dîtin

Çavkaniyan gotiye, biryar bû civîn bihata lidarxistin, lê heta niha çaverêyî mêvanan tê kirin, ji ber wê hatiye paşxistin.

Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.