Tom Barrack vegeriya Lubnanê

PeyamaKurd – Nûnerê Amerîkî, Tom Barrack, piştî biryara hikûmeta Lubnanê ya ji bo bêçekkirina Hizbullahê, ku di civîna kabîneyê ya meha Tebaxê de hatibû dayîn, cardin vegeriya welat.
Ev serdan weke nîşana piştgiriya Amerîkayê ji bo gavên nû yên siyasî li Lubnanê tê dîtin.
Barrackê ku di vê serdanê de nûnera Amerîkî Morgan Ortagos jî pê re bû, li Qesra Serokatiyê ya Baabdayê ligel Serok Joseph Aoun civiya. Di hevdîtinê de Balyoza Amerîkayê Lisa Johnson jî amade bû.
Piştî civînê, Barrack di daxuyaniyekê de pîrozbahî li serok û tîma wî kir ji ber "gavên ku li Lubnanê hatine avêtin" û biryara kabîneyê.
Wî got, "Me Xanim Ortagos li ser pêşniyara Serok Donald Trump wekî beşek ji tîma xwe anî."
Barrack hêviya xwe anî ziman ku "di hefteyên pêş de ji bo jiyaneke baştir ji bo gelê Lubnanê û cîranan pêşketin çêbibin." Wî herweha îşaret bi rola Îsraîlê jî kir û wiha axivî:
"Piştî pêngava Lubnanê, gavek ji Îsraîlê jî tê payîn û divê her kes dûrî dijminatiyê hevkariyê bike."
Nûnerê Amerîkî tekez kir ku gavên bê dê xebata bi hikûmeta Lubnanê re ji bo vegerandina aramî û bexteweriyê be, û herwiha lêkolînkirina wê yekê be ku "Îsraîl û Îran çawa dikarin di vî warî de hevkariyê bikin."
Derbarê bêçekkirina Hizbullahê de, Barrack got, "Ev yek ji bo berjewendiya Şîeyan e, ne li dijî wan e," û soz da ku pêvajoya ji nû ve avakirinê dê li seranserê Lubnanê be, ne tenê li herêmên başûr.
Lîna Reşîd / Lubnan
Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.




