Şêwirmendê Xamineyî: Îhtîmala şerê bi Îsraîlê re zêde ye

Şêwirmendê Xamineyî: Îhtîmala şerê bi Îsraîlê re zêde ye

PeyamaKurd – Şêwirmendê leşkerî yê Rêberê Îranê, Elî Xamineyî, Rehîm Sefewî, ragihand ku metirsiya şerekî nû yê bi Îsraîlê re "li ser maseyê ye" û rewşa heyî ne agirbest e, lê belê "pêvajoyeke şer e."

Di daxuyaniyekê de ku duh roja Yekşemê belav bû, Sefewî bal kişand ser aloziyên berdewam ên li herêmê û got, "Dibe ku ji niha û pê ve şerekî nû çênebe, lê di her kêliyê de dikare pevçûnek derkeve holê." Wî tekez kir ku tu agirbesteke nivîskî yan protokoleke fermî ne bi Îsraîlê û ne jî bi Amerîkayê re heye.

Sefewî da zanîn ku artêşa Îranê xwe ji bo senaryoya herî xirab amade dike û weha pê de çû:

"Em niha di agirbestê de nînin; em di şer de ne, û ev hevsengiya nazik dikare her kêliyê hilweşe."

Şêwirmendê Xamineyî bang kir ku divê Îran hêza xwe di hemû waran de xurt bike û got, "Divê em stratejiyên xwe yên êrîş û parastinê bi rêya dîplomasî, medya, şerê sîberî, û pergalên mûşekî û firokeyên bêmirov bihêz bikin."

Sefewî axaftina xwe bi van gotinên stratejîk bi dawî kir: "Yên ku aştiyê dixwazin, divê xwe ji bo şer amade bikin; parastina herî baş êrîş e."

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.