Îstixbarata Alman biryara bo AfDê rawestand

Îstixbarata Alman biryara bo AfDê rawestand

PeyamaKurd - Dezgeha Îstixbarata Alman (BfV) paşde gav avêti û biryara ku Partiya Alternatîfa ji bo Almanya (AfD) wek "komeke eşkere ya rastgir a tundrew" bi nav dike, rawestand.

Partiya AfD, ku di hilbijartinên giştî yên meha Sibatê de bû partiya duyemîn, êdî nayê wek "rêxistineke eşkere ya rastgir a tundrew" nayê binavkirin.

Dadgeha Îdarî ya Kolnê dê li ser daxwaza AfD wê biryarê bistîne. Heta wê demê, dezgeh nikare vê partiyê ji gel re wek "komeke rastgir a tundrew" bide nasîn. Berdevkê dadgehê got: "Tedbîrên têkildarî vê pênasekirinê jî dê werin rawestandin" lê bêtir agahî neda.

Serokên partiyê Tino Chrupalla û Alice Weidel di daxuyaniyeke hevpar de gotin: "Ev gava yekem a girîng e ku em paqij bibin ji van gunehbariyan û dijî tohmetên rastgiriya tundrew e."

BfV derbarê mijarê de tu şîrove nekir.

BfV roja înê daxuyanî dabû û AfD wek "komeke eşkere ya rastgir a tundrew" bi nav kiribû. Di daxuyaniyê de hatibû gotin: "Di navenda nirxandina me de têgihiştina etnîkî û nijadî ya gel heye ku di nav AfD de serdest e. Ev bi pergala demokratîk a azad re nayê bicihanîn. Ev têgeh, beşên hemû nifûsa Almanyayê bêqîmet dike û rûmeta mirov binpê dike. Mînak, AfD welatiyên Alman ên ku piranî ji welatên misilman koç kirine, wek endamên wekhev ên gelê Alman nabîne."

AfDê roja duşemê ragihandibû ku wan li dijî vê pênasekirinê doz li BfV vekirine. Berdevkê partiyê got ku wan serî li Dadgeha Îdarî ya Kolnê li Almanya Rojavayê daye.

Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.